28 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Hat tespîtkirin terorîstê PKKyî Mehmet Elîaçikê ku di sala 2016an da li Diyarbekirê êrîşek kiribû û bûbû sedema kuştina 5 sivîlan beriya êrîşê li wê herêmê geriyaye, kifş kiriye û telefona wî ya bêrikê jî 750 mêtro dûrî cihê êrîşê sinyal nîşan daye.
Di 10ê Tebaxa 2016an da li navçeya Sûrê dema wesayîta polêsên hêzên çalak derbas dibû terorîstên PKKyî bi wesayîta bombebarkirî va êrîş kiribûn û ji heman malbatê 5 sivîl şehîd bûbûn. Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo girtina Mehmet Elîaçikê failê vê êrîşê xebat dabû destpêkirin ku ew duh hat girtin û hat tespîtkirin ku ew di nav şaxa ciwanan a rêxistina terorê da bi çalak dixebite.
Di çarçoveya lêpirsînê da 5 şahidan îfade dan û gotin terorîst Elîaçik di nav rêxistinê da wek "perçe Miheme" tê nasîn û ew beşdarî kolandina xendekan û çêkirina barîkatan ên li navçeya Sûrê jî bûye.
Şahidan got ew ji bo rêxistina terorê perwerdeyên îdeolojîk dide, merivan ji bo rêxistinê temîn dike, dema endamên rêxistina terorê dimirin ji bo wan merasimên rêzgirtinê li dar dixe, li ser navê PKKya rêxistina terorê mehkemeyan ava dike ku pirsgirêkên taxê çareser bike û wek berpirsyarê bajêr ê rêxistinê her tim bi terorîstên li çiyê ra têkiliyê datîne.
- Beriya êrîşê keşif kirin"
Şahidekî ku di lêpirsînê da îfade da bi hurgilî behsa bûyerê kir û got Elîaçik ev êrîş plan kiriye û kiriye.
Şahid di îfadeya xwe da wiha got:
"Berî çalakiyê ev mensûbê rêxistinê tevî hevalekî xwe bi motosîkleke ku bi xwe ajot va li wan herêman geriya, keşfa ciyekî guncav kirin ku erebeya bombebarkirî daynin. Erebeya bombebarkirî di rewşa asayî da dê bibirana xala sepanê ya polêsan a Bagivarê û li wê derê biteqandana, lêbelê di kêliya dawîn da poşman bûn. Ez nizanim çima poşman bûn. Dû ra biryar sitandin ku erebeya bombebarkirî bibin nêzîkî Pira Deh Derî û gava wesayîta polêsan derbas bû, biteqînin. Dema otobusa hêza pola derbas bû, vî mensûbê rêxistinê pê li kumandaya ji dûr va xist û bombe teqand. Ez teqez dizanim ku vî mensûbê rêxistinê ev çalakî pêk anî. Çend deqîqe berî çalakiyê ev mensûbê rêxistinê bi motosîkleta bi xwe ajot va ji ciyê bûyerê derbas bûbû û di paşiya motosîkletê da dîsa ew hevalê wî rûniştî bû. Ji wesayîta bombebarkirî dûr ketin û çûn kargeha hevalê wî û li wê derê pê li kumandaya ji dûr va kirin. Gava bi destê polêsan hatin girtin, ji bo ku bêjin 'em li kargeha xwe ne, tu eleqeyeke me bi bombeyê ra tuneye' bi vî awayî tevgeriyane."
- Agahiyên sînyala têlefonê hatin tesbîtkirin
Di dosyeya lêpirsînê da qeydên HTS yên xeta têlefona ku Elîaçik emiland jî bi hûrgilî hatin lêkolînkirin. Di dosyeyê da hat diyarkirin, hat tesbîtkirin ku roja êrîşê, têlefona Elîaçik li nêzîkî ciyê bûyerê gelek carî, di dema êrîşê da ji 750 metreyî dûrî ciyê êrîşê sînyal daye. Diyar bû, kesê ku tê nirxandin bi Elîaçik ra êrîş pêk anî, berî êrîşê û piştî êrîşê di saetên cuda da hatin cem hev. Ji xeynî van hat tesbîtkirin, têlefona Elîaçik berî êrîşê û piştî êrîşî li gundewarên navçeya Licêyê ku mensûbên rêxistina terorê lê hene, 88 caran sînyal daye.
Hat tesbîtkirin Elîaçik di jêpirsîna xwe da der heqê xeta têlefonê ya ku emiland da gotinên ku ji hevdu nagirin gotin. Derket holê, nimroya têlefonê ya ku di jêpirsîna xwe da got "min neemiland", gava motosîklet sitandiye, beyan kiriye.
Terorîstê PKKyî Mehmet Elîaçikê hatibû tesbîtkirin ku têkiliya wî bi êrîşê va heye duh li Diyarbekirê dema karekî li noterê çêdikir hatibû girtin.
- Êrîş
Nêzî Pireya Deh Derî ya dîrokî ya li Sûra navçeya Diyarbekirê di 10ê tebaxa 2016an da êrîş hatibû kirin û di êrîşê da dayik Behiye Yildirim (52), keça wê Derya Yildirim (23) û Demet Yildirim (31) û zarokên wê Oguz Kaan (8) û Ceylînaz Aydin (3) şehîd ketibûn û polês jî di nav da 12 kes birîndar bûbûn.