İbrahim Atmaca
28 Hezîran 2020•Rojanekirin: 29 Hezîran 2020
Waliyê Wanê û Cîgirê Şaredarê Bajarê Mezin Mehmet Emîn Bîlmez li navçeya Çatakê welatiyên ku pez dibirin û berîvanên ku pez didoşin, ziyaret kirin û pez birî.
Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, Bîlmez piştî ji bernameya Miksê (Bahçesaray) vegeriya, li navçeya Çatakê taxa Narlicaya Jorîn welatiyên ku li kêleka çem pez dibirin û bêrîvanên ku pêz didoşin, ziyaret kirin.
Bîlmez li vê derê pezên ku hiriya wan tê birîn temaşe kir û bixwe jî xwest ku hiriyê bibire. Bîlmez hevrîng da destê xwe û bixwe jî hiriya mihê birî.
Bîlmez bi welatiyan ra sohbet kir, li zarokan çîkolata bela kir, piştî ku pirsgirêkên welatiyan guhdarî kir jî ji taxê hereket kir.
Çetîn Kaplanê ku mihan dibire got ku cara ewil waliyekî ew ziyaret kirin û spasiya Bîlmez kir.