Dinya

Gelê Polonyayê çû li ser sandiqê

Türkan Tosun  | 28.06.2020 - Rojanekırın : 29.06.2020
Gelê Polonyayê çû li ser sandiqê

Budapest

 Li Polonyayê ji bo hilbijartina serokomarê nû gel çû raya xwe bide.

Serjimara Polonyayê nêzîkî 38 milyonî ye ku îro gel wê serokomarê nû hilbijêre.

Di hilbijartinê da 11 namzed hene.

Bi saeta herêmî di saet 07.00an da raydayînê dest pê kir û ewê di saet 21.00an da biqede.

Heke namzed di rayan da rêjeya ji sedî 50î derbas nebin tura duyem a hilbijartinê wê di 12ê Tîrmehê da bê kirin.

Li gor anketan Andrzej Dudayê namzedê Partiya Hiqûq û Edaletê (PÎS) wê ji sedî 42, Şaredarê Warşovayê Rafal Trzaskowskiyê namzedê Platforma Cîvîcê jî ji sedî 28ê rayan hildin û wê bimînin tura duyemîn.

JI bilî vê tê texmînkirin, ji namzedan Szymon Holownia wê ji sesî 10, Krzysztof Bosakê namzedê îtifaqa Konfederasyonê (Konfederacja) ji sedî 7, Wladyslaw-Kosiniak-Kamyszê serokê Partiya Gundiyan a Polonyayê (PSL) jî ji sedî 4 ray hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın