Elif Orhan
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
KERKÛK
Hat ragihandin ku hêzên girêdayî hikûmeta navendî ya Iraqê li temamiya bajêr kontrol bi dest xist.
Di daxuyaniya ku ji Fermandariya Operasyonên Hevpar a Iraqê hat dayîn de hat diyarkirin ku di encama operasyona ku di bin navê "Li Kerkûkê pêkanîna ewlehiyê" duh şev artêşa Iraqê, hêzên polêsan a federal û Heşdî Şabî da destpêkirin de li temamiya bajêr kontrol hat bidestxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ji bo ku li saziyên dewletê alaya Iraqê bê daliqandin merasim hat kirin û navên cî û herêmên ku ji pêşmergeyan paş ve sitandin hatin rêzkirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Şirketa Neftê ya Bakur, Kanên Neftê yên Baba Gurgur, Baregeha Eskerî ya K1, santrala cêyranê, Rafîneriya Mela Ebdûllah, Balafirgeha Kerkûkê, Baregeha Tazexrmatuyê, bajarokên Leylan, Dakuk, Yayci, Tîrkalanê, navçeya Tûzxûrmatuyê, Pireya Tîkrîtê, rêbeja li başûrê Kerkûkê û li temamiya navenda bajarê Kerkûkê kontrol hat bidestxistin."