ERBÎL
Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) hejmartina dengan didome. Ji aliyê din ve, daxuyaniyên rêvebirên partîyan jî li ser hev tên. Partiya Goranê serkeftina xwe îlan kir. Berpirsiyarê Lijneya Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdîstanê (KDP) yê Erbîlê Kakemîn Necar jî got ku partiya me di hilbijartinan de bûn yekemîn.
Kakemîn, encamên hilbijartinan yên nefermî ji nûçegîhanî AAyê re nirxand û wiha got: "Li gor encamên nefermî KDP li pêşiya partiyên din e. Piştî aşkerekirina encaman em ê bi partiyên din re bicivin û hikûmatê ava bikin."
Kakemîn anî ziman ku hevkariya stratejîk ya wan û YNKê dê bidome.