Dinya, archive

"Hezar rû"yên Çînê

Gava ku dibêjin Çîn miletek tê bîra mirovan, lê belê li Çînê 56 qewm û bi dehan jî "reng û rû" hene.

05.10.2013 - Rojanekırın : 05.10.2013
"Hezar rû"yên Çînê

PEKÎN 
 
Alî Îhsan Çam - Gava ku dibêjin Çîn miletek tê bîra mirovan, lê belê li Çînê 56 qewm û bi dehan jî "reng û rû" hene.

Çîn bi serê xwe ji parzemîna Ewropayê bezintir e. Peyva Çînê tê meneya "Welatê Navîn"  (Cong Guo). Bi dehan qewm li herêmên xwe yê xweser an jî li wilayetan dijîn. Di dîrokê de Çînê her tim xwe bi xwe têra xwe kiriye û ji ber vê yekê jî bi welatên derve re tekildar nebûye û bi Rêya Hevrîşimê û rêyên bazirganiyê yên din ve parzemîn ji başûr heya bakur, ji rojhilatê heya rojavayê gihandiye hev de. 

Çîn di dinyayê de welatê herî qerebalix e û jimara hin qewm û miletên Çînê bi hezaran in, hin jî digihêjin milyaran. Li gor turîstan çînî hemû mîna hev du ne, lê belê bi hezaran reng û rûyên cuda li Çînê hene. Di jiyana rojane de mirov dikare pirê qewman bi hêsanî ji hev derxe û hinekan jî ji ber cudahiya dîne wan mirov nas dike.

Li gor reqemên fermî serjimara Qewmê Hanê ji milyarekî zêdetir e û qewmê serdest jî ew e. Di serjimara Çînê de ji sedî 92yan Han in, ji sedî 8 jî 55 qewmên din in.

Di dinyayê de gava ku mirov dibêje Çîn hema navê qewme Han tê bîra her kesî. Xencî qewmê Han Tîbet, Uygur, Huî (Misilmanên Çînî) û Mogol jî tên zanîn. Hin qewm jî hene ku navê wan nehatiye bihîstin û eslê wan jî ji Asyaya Navîn, Sîbîrya, Asyaya Başûr û Asyaya Bakur e.

Li welêt tiştê balkêş ew e ku 10 qewmên çalak misilman in û ji dû misilmantiyê re baweriya Budîzmê herî zêde ye. Xêncî van baweriyên kevneşopiyên wek Taoistîyê jî hene. Hejmara xiristiyanan zehf kêm e.

Li Çînê di nav miletên Han, Huî û Mançuyan de ji xêncî zimanê çînî zimanekî taybet tuneye. Miletên din jî bi zaravayê Putonghuayê (Mandarîn) yê zimanê Çînî û bi zimanên xwe yên herêmî diaxivin.

Li Çînê 56 miletên kêmnetewe hene û navê hinekan wiha ye:

Han, Mogol, Huî, Uygur, Tîbet, Mîao, Yî, Cuang, Bouyey, Kore, Mançu, Dong, Yao, Bay, Tucîa, Hanî, Kazak, Day, Lî, Lîsu, Va, Şı, Gaoşan, Lahu, Şuî, Dongşîang, Naşî, Cîngpo, Kirgiz, Tu, Dahur, Mulao, Çîang, Bulang, Sala, Maonan, Gilo, Sîbo, Açang, Pumî, Tacîk, Nu, Ozbek, Rus, Ovinki, Diang, Baoan, Yugû, Cîng, Tatar, Dulong, Oroçin, Hici, Monba, Luoba, Cînuo.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın