Li gor daxuyaniya malpera Serokatiya HKIyê, Barzanî li avahiyê xwe ya li bajarê Selahaddînê heyeta ku ji Alîkarên Sekreterê Giştî yên YNKyê Kosret Resul û Berhem Salih û endamên polîtburoyê Mele Bextiyar û Îmad Ahmet pêk tê qebûl kir.
Di civînê de li ser mijara avakirina hikûmetê û tevgera YNKyê hat sekinandin. Berhem Salih di seranê de daxwaza wan a ku beşdarî hikûmetê bibin ji Barzanî re eşkere kir. Barzanî jî destnîşan kir ku ji ser hilbijartinê re 7 meh derbas bûn û divê ji bo avakirina kabîneyê lihevkirin çêbibe. Di civînê de ji bo pêşeroja Iraqê herdu aliyan jî got ku divê kurd bibin xwedî polîtikayeke yek.
Endamê Polîtburoya YNKyê Sedî Ehmed Pîre gotibû ku Celal Talabanî ne li vir e û divê Mesûd Barzanî ji wan re biratiyê û mezinatiyê bike. Tê gotin ku piştî vê daxuyaniya wî Barzanî bi heyeta YNKyê ve hevdîtin pêk anî.
Ji hêla din heyeta Partiya Demokrat a Kurdistan ya ku hat wezîfedarkirin ku bi YNKyê re hikûmetê ava bike îro dê cara duyem li bajarê Silêmaniyê bêne li cem hev. Tê çaverêkirin ku YNK îro biryara xwe ya ku der barê şirikatiya hikûmetê de zelal bike.
Heke YNK qebûl bike li herêma Kurdistanê cara ewil dê kabîneyeke ku evqas berfireh dê ava bibe. Di rewşeke wiha de hikûmet dê ji YNK, Tevgera Goran, KDP, Partiya Civaka îslamî, Partiya Yekitî ya Îslamî, tirkmen û xrîstanên di lîsteya kêm hejmar dê ava bibe.