27 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2015
Li Efxanistan û Pakistanê hejmara kesên ku di erdheja bi lerza 7,5an pêk hat de mirin derket 323yan.
Di daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya Serokwezîriya Pakistanê de wiha hat gotin: "Piştî civîna ku bi serokatiya Serokwezîr Navaz Şerîf ve hat kirin de hat gotin ku ji ber erdhejê li Pakistanê 228 kes mirin û 620 kes jî birîndar bûn."
Hat gotin ku hikûmeta Pakistanê ji bo mexdûrên erdhêjê mayê ji dest bê wê bike û Serokwezîr Şerîf jî çû herêmên erdhêjê lêxist û der heqê xisarê de agahî hilda.
Li Çiyayên Hîndîkûş a ku 254 kîlometre li bakûrê rojhilatê Kabûla paytextê Efganistanê dimîne, 212,5 kîlometre di bin erdê de erdhejeka bi lerza 7,5an qewimî û ji ber tesîra wê li bakûrê Pakistanê 3 hezar û 320 xanî hilweşiyan. Ji bo xilaskirina kesên ku din xirbên xaniyan de man jî xebat didomin.
Di 8ê cotmeha sala 2005an de li Pakistanê erdhejeke bi lerza 7,6an pêk hatibû û tê de ji 75 hezarî zêdetir meriv miribûn.
- Efxanistan
Ji ber erdhejê li Efxanistanê 95 kes mirin û 440 kes jî birîndar bûn.
Hat gotin ku bi derxistina kesên ji bin xirbeyên xaniyan ve dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêde bibe.
Hat ragihandin ku Kunar, Badahşan di serî de li Nangarhar, Tahar, Lagman û Pervan a bajarên Efganistanê gelek xanî hilweşiyan.
Li Efxanistanê, herî zêde herêma bajarê Kûnarê yê ku nêzî sînorê Pakisatanê ye zirar dît û Serokê Ekîba Xilaskirinê yê Kûnarê Gulam Alî Sebat diyar kir ku bi sedan xanî hilweşiyan, 42 kes mirin û 70 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Walîtiya Taharê Sûnetûllah Tîmûr destnîşan kir ku li gor tespîtên ewil, li deverên cihê yên bajêr 15 kes mirin û 46 kes jî birîndar bûn.
Li Efxanistanê li hemû bajaran bi tevahî herî kêm 95 kes mirin, 4 hezar xanî hilweşiyan û qismeqî wa njî zirar dîtin.
Erdheja ku pêk hat bi qasî deqeyekî dewam kir û paytext Kabul di serî de li seranserê welêt hat hîskirin. Xelk ji tirsê daket kuçe û kolanan.
Di erdhejê de xetên ceyran û ragihandinê yên Efxanistanê jî zirar dîtin.
Ji hêla din ve hat gotin ku di erdhejê de zirar herî mezin li kersaxên bajarên Kûnar û Badahşanê pêk hat lê ewder ji ber ku din kontrola Talîbanê de ne baş nayê zanîn ku li wan deran rewş çawane.