QAHÎRE
Hat ragihandin ku di çarçoveya pêvajoya lihevkirina neteweyî ya di navbera Fetîh ûHamasê de di hemû mijaran de li hev kirin.
Piştî ku hevdîtinên li Qahîreya paytexta Misrê dihatin kirin gihan encamê Serokê Komîsyona Lihevkirina Neteweyî ya Tevgera Fetîhê Ezzam el-Ehmed û Arîkarî Buroya Siyasî ya Hamasê Mûsa Ebû Merzûk civîna çapemeniyê li dar xist.
Ehmed got ku aliyan li ser bernameyekî ku dê ji hemû zehmetiyên li beriya Hikûmeta Lihevkirina Neteweyî ya Filîstînê re derbas bibe, li hev kirin. Ehmed got ku "Xeza piştî êrîşên Îsraîlê yên bi qasî 51 roj gelek xira bû, divê ji bo ji nû ve avakirina Xezeyê lez pêş bikevin."
Ehmed destnîşan kir ku di hevdîtinan de li ser mijara endamtiya Filîstînê ya ji bo hemû saziyên navneteweyî jî sekinîn. Ehmed got ji bo ku Peymana Romayê bê îmzekirin û Îsraîl ji ber sûcên ku li hember gelê Filîstînê kir bê darizandin hewce dike ku tevî Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî bibin û li ser vê jî sekinîn.
Ebû Merzûk jî got ku di civînê de mijarên wekî mijarên hevpar ên siyasî, jinûveavakirina Xezeyê, deriyên sînor, ketina ji bo herêmê, anîna melzemeyên înşaetê û mehaneyên karmendan sekinîn.
Ebû Merzûk got ku hikûmeta lihevkirinê ji bo ku jinûveavakirina Xezeyê de ji bo anîna melzemeyan tu pirsgirêk dernekeve de li hev kirin ku dê hemû deriyên sînor peywira xwe bi cî bîne. Ebû Merzûk got ku armanca me ew e ku em peymanê tam bi cî bînin.
Hamas û Fetîhê di 23yê nîsanê de li hev kiribûn. Serokwezîrê Hikûmeta Filîstînê ya li Xezeyê Îsmaîl Heniye eşkere kiribû ku Hamas û Fetîhê li hev kir ku hilbijartina serokatiya dewletê, hilbijartina giştî û hilbijartina Parlementoya Neteweyî di heman demê de bên kirin. Heniye gotibû 6 meh piştî ku hikûmeta lihevkirinê hat avakirin dê hilbijartina giştî bê kirin.