HATAY
Şêwirmendê çapemeniyê yê ÎHHya Weqfra Alîkariya Însanî ya Hatayê Bûrak Karacaoglu diyar kir ku piştî ku Îdlib ket destê mixalifan, rejima Esed êrîşên ser herêmê gurttir kir.
Karacaoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku êrîşên rejimê yên ser herêmê di demên dawî de zêde bûn.
Karacaoglu got ku êrîşên hewayî birin ser malên sivîlan û piştî êrîşan bi hezaran malbat mecbûr man ku malên xwe biterikînin û wiha pê de çû:
"Ev 5 salin ku şerê li Sûriyeyê dewam dike. Di şer de zêdetirî 250 hezarî sivîl mirin. Herwiha kamuya navneteweyî li hemberî vê rewşê bê deng ma. Esed jî vê bêdengiyê wekî piştgiriyê dinirxîne û hêj jin û zarokan dikuje. Herî dawîn bi gaza klorê êrîş bir ser bajarê Îdlibê."
Karacaoglu diyar kir ku sivîlan dest bi koçê kir û ber bi sînor ve diçin.
Bûrak Karacaoglu got ku zêdetirî 50 hezar sivîlên ku ji ber şer revîn ber bi sînor ve diçin û wiha dewam kir: "Çiqas êrîş gurr bibe dê bi wî qasî hejmara kesên ku koç dikin jî zêde bibe. Zarok û jin li derve man. Li herêmê pêdivî bi çadir, betanî û tiştên xwarinê heye."