Li Sûriyeyê Artêşa Fetihê ya hêzên mixalifan a hevpar di 28ê adarê de bi çekên giran ve êrîşî bajarê Îdlibê kir û ji destê hêzên rejimê derxist.
Fermandarê Lîwa El Heq a ji 8 yekîneyên Artêşa Fetihê Ebû Ebdillah diyar kir ku yekîneyên mixalif di bin navê "Artêşa Fetihê" de kom bûn û li Îdlibê baregehên di destê hêzên rejimê de hildan bin kontrola xwe.
Ebû Ebdillah wiha got: "Tê gotin ku rejima Esed bi daxwaza xwe ji bajêr derket. Lê ev îdia derew in. Motanî ku tê îdiakirin nîne, hêzên rejimê li gor daxwaza xwe ji bajêr derneketin. Heke rejimê Îdlib teslîmî me bikira wê çaxê 110 hevalên me yê nehatina kuştin. Ji ber ku tu tiştek ji destê wî nedihat Esed bajar terk kir. Em ji bo birêvebirina bajêr nehatin vê derê, em ji bo ku malbatên xwe ji destê rejimê xilas bikin hatin."
Ebû Ebdillah destnîşan kir ku ew ê rêvebirina bajêr bidin destê kesên ehil yanê bidin destê zarokên welêt, naxwazin ji dervayê welêt bên îdarekirin û ji bo wan qîmeta gotinên SMDKyê tune.
Ebû Ubeydeyê Fermandarê Artêşa Sunneya yekîneya Artêşa Fetihê Ebû Ubeyde jî diyar kir ku biryarên operasyonê li navenda Artêşa Fetihê tên dayîn.