Li Sûriyeyê Artêşa Fetihê ya ji bo ku bajarê Îdlibê bi dest bixin bi destê mixalifan hatibû avakirin diyar kir ku tevhiya Îdlibê hilda bin kontrola xwe.
Di daxuyaniya Artêşa Fetihê da hat destnîşankirin ku yekîneyên wan ev 5 roj e li navenda Îdlibê êrîşî cihên di destê leşkerên rejima da ne dikirin û di encama êrîşan da tevahiya bajêr hildan bin konrtola xwe.
Usame Ebû Îbrahîmê ji fermandarên Artêşa Fetihê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekîneyên wan ev 5 roj e li navenda Îdlibê êrîşî baregeh û cebilxaneyên di destê leşkerên rejima da dikirin û di encama êrîşan da tevahiyê bajêr hildan bin konrtola xwe.
Îbrahîm got ji bo ku welatiyan ji êrîşên rejimê mihefeze bikin birin cihekî ewledar û wiha axivî: "Me muzeya bajêr, şaxa îstixbarata hewayê, termînala bajêr, girtîgeha navendê ya Îdlibê, avahiya walîtiyê, postexaneya bajêr, amirtiya buroya şaxa cinayetê û geleh baregehên lekeriyê bi dest xistin."
Îbrahîm wiha pê da çû: "Hêzên Esed di nav bajêr da nikaribûn li hemberî mixalifan li ber xwe bidin. Ber bi qişleya Mastumaya li başûrê bajêr direvin."