LONDON
Serşêwirmendê Serokwezîr Ahmet Davutoglu, Etyen Mahçûpyan di Kamaraya Ewaman a bin Parlementoya Îngilizan de beşdarî civîna bi sernava "Li Tirkiyeyê heyama AK Partiyê" bû û axivî.
Mahçupyan ji bo îdiayên li ser darazê mudaxale heye got: "Dibêjin mudaxaleyî darazê tê kirin û bêrêtî hene, sûcdariyên wiha hene. Ev îdia heke rast bûna wê demê me yê encama wan bidîta. Lê vê hikûmetê li pey hev hilbijartina qezenc kiriye. AK Partî di hilbijartinan de ji rayên ku ji CHP û MHPyê re berhev dibin zêdetir ray hilda. Ji hêla din ve em li herêmeke pir bêîstiqrar dijîn. AK Partiyê li Tirkiyeyê îstiqrar bicihkir û wê pozîsyonê diparêze. Digel hemû sûcdarkirina ev hikûmet hikûmeteke pir serkeftî ye. Heke evqas xeta ji hêla vê hikûmetê ve bên kirin çawa dibe ku di hilbijartinan de bi ser dikeve. Ji bo bersiva vê divê meriv li demên berê yên Tirkiyeyê û dîroka wê binihêre."
Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) Salih Muslim jî di nav de gelek kesên din li axaftina Mahçupyan guhdar kirin.
- "Ez li dijî nijadperestiya ermeniya me"
Ji Mahçupyan pozîsyona kêmnetewên li Tirkiyeyê û bûyerên ku di 1915an de qewimîn hat pirsîn û wî jî diyar kir ku di sala 1994an de raya xwe da Partiya Refahê û ji wê rojê heta niha jî raya xwe dide vê tevgerê û wiha pê de çû: "Ji ber pêşveçûnên çandî, di qada civakî de û di meseleyên sosyolojîk de ez raya xwe didim AK Partiyê. Li vî welatî misilman zêde ne û em ê jî bi qasî misilmanan li vî welatî azad bin. Misilman heta ku demokrat bin em ê jî demokrat bin. Hûn nikarin piraniyê deynin alîkî û bibin demokrat. Divê meriv bi vê piraniyê jî bizanibe û wan jî tevlî pergalê bike. Min duh jî gotibû ez xwe ji ermenîtiyê zêdetir wek osmanî hîs dikim. Ez ne nijadperest im û dema ku mesele tê ser jenosîda 1915an ez dibêjim 'Jenosîda Ermeniyan' Ez wisa difikirim ku ev jenosîd bû lewra terîfa jenosîdê heye û ev bûyerên ku qewimîne jî li gor wê terîfê ne. Lê heke hûn terîfê biguherînin ev dibe ku ne jenosîd be. Ji ber vê jî ez li dijî nijadperestiya ermeniya me, lewra ji bo siyasetê ji rastiyê, êş û kedera miletê tê dûrxistin."
Der heqê DAEŞê de jî pirs hat pirsîn û Mahçûpyan ragihand ku Tirkiye DAEŞê wek gefeke pir mezin dibîne û wiha dewam kir: "Tirkiye li sînorê xwe heta ku DAEŞ dibe, cîranekî kurd tercîh dike lê heke tirk û kurd li hev bikin ev mimkun e."