2017 ж. 15 наурыз•Rojanekirin: 2017 ж. 15 наурыз
ÎDLIB
Hat ragihandin ku hêzên Esed êrîşî Îdlibê kirin û di êrîşê da 11 sivîl hatin kuştin, 13 kes jî birîndar bûn.
Pêşhevdîtinên civîna li Astanaya paytextê Qazaxistanê ya mijara wê Sûriye ye dewam dikin û di heman demê da hêzên rejimê îxlalên li ser sivîlan didomînin.
Yehya Arceyê ji rayedarên parastina sivîlan a li Îdlibê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku teyareyeke şer a rejima Esed bi bombeya waqumê va êrîşî ciyekê li Qusura herêma Îdlibê kir.
Arce destnîşan kir ku di êrîşê da 11 sivîl hatin kuştin û 13 kes jî birîndar ketin û wiha got: "Ekîbên parastina sivîlan dixebitin ku xwe bigihînin 3 malbatên ku piştî êrîşê di binê xaniyan da mane. Birîndar rakirina nexweşxaneyên sehrayê yên li bajêr lêbelê di nav birîndaran da kesên ku rewşa wan giran in hene."
Wezareta Karên Derva ya Qazaxistanê diyar kir ku hevdîtinên Sûriyeyê dewam dikin û civîna sereke ew ê îro bê kirin, mixalefeta leşkerî ew sibê bi dewletên garantor ra bê ba hev. Di roja 2yan a hevdîtinên Astanayê da heyetên Tirkiye, Rûsya û Îranê civiyan.