ÎDLÎB
Hat ragihandin ku balafireke şer a artêşa Sûriyeyê, nexweşxaneyeke li bajarê Îdlibê bombe kir, di encamê de 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Ebû Mihemedê ji tîma Parastina Sivîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û desnîşan kir ku, balafireke şer a artêşê, Nexweşxaneya Vatanê ya di kontrola mixalifan de ye bombe kir.
Ebû Mihemed ragihand ku di êrîşê de 3 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn û wiha dewam kir: "Nexweşxaneya Vatanê xisar dît. Herwiha di wesayitên ku li otoparka nexweşxaneyê bûn de jî xisareke mezin çêbû. Di dema êrîşê de gelek beşên nexweşaxeyê şewitîn."
Mihemed wiha dewam kir: "Li nexweşxaneyê sivîl dihatin tedawîkirin. Tu hêzên çekdar nikaribûn vê nexweşxaneyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Rêjimê nexweşxaneya ku lê gelê herêmê tedawî dibû bombe kir."
Artêşa Fetîhê, piştî şerekî dijwar ku 5 rojan dewam kiribû, Îdlibê xistibû bin kontrola xwe.