HEWLÊR
Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî got ku dîroka operasyona Mûsilê hat kifşkirin, lê vê gavê ew ê vê dîrokê eşkere nekin.
Îbadî û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li Hewlêrê di Ofîsa Fermî ya Serokwezîriyê de hem her duyan hem heyetan hevdîtin kir û pişt re bi hev re civîna çapemeneniyê li dar xist.
Serokwezîr Îbadî got ku ji bo ku ew û rêvebirên kurdan li ser "operasyona xilaskirina Mûsilê" hevdîtinê bikin, hat Hewlêrê û wiha pê de çû: "Axa Mûsilê di destê terorîstan de ye. Ev jî ne kêrî me tê, ne kêrî Kurdistanê tê. Em her cure tecawuzên li ser Mûsilê red dikin. Divê em ji bo rizgarkirina gelê Mûsilê bixebitin. Bêyî ku em cudatiyê bikin, em dixwazin gelê Mûsilê ji destê terorîstan xilas bikin. DAEŞ jî dixwaze ku gelê Mûsilê berde hev."
Îbadî li ser pirsa rojnamegeran ya 'operasyona Mûsilê wê kengê dest pê bike' wiha got: "Dîroka operasyona Mûsilê hat kifşkirin. Lêbelê daxuyandina vê ne durust e. Destpêkirina operasyonê girêdayî hin faktora ne. Wek Tikrîtê em dixwazin wêrekiya dijmin têk bibin. Ez bi gelê Mûsilê re jî her tim diaxivim. Li wê derê jî hin grûp hene, li bendê ne ku operasyon dest pê bike. Dema ku operasyonê dest pê kir, ew ê jî piştgirî bidin me. Di xilaskirin û azadkirina Mûsilê de kedê gelê bajêr wê çêbibe."
Îbadî got, "DAEŞ ji paşve kişiya û ber bi têkçûnê ve diçe" û wiha dewam kir: "Êdî ji ber ku tu hêza wan nema, nikaribûn berxwe jî bidin. Ji ber wê çendê dema ku me Tikrît xilas kir, em rastî berxwedaneke cidî nehatin. Piştî hildana bajêr, me bajêr teslîmî polêsan kir."
-Îdiayên talankirina li Tîkrîtê
Îbadî, li ser pirsekê îdia kir ku "tu alaqeya artêşa Iraqê û komên şiî bi talan û diziya Tîkrîtê nîne" û wiha dewam kir:
"Em talan, bêhiqûqî û îxlalkirinên li Tîkrîtê red dikin. Alaqeya vê talanê bi me tune ye. Ew kesên ku ev bêhiqûqiyê kirin dê bên darizandin. Ji xwe jê hin kes hatin binçavkirin. Lê bila bê zanîn ku alaqeya vê bi artêşa Iraqê û Heşdî Şabî re tune ye. Em ê destûrê nedin ku dest dirêjî namûsa xelkê bikin û em ê Enbar, Diyala û Mûsilê jî ji destê DAEŞê bistînin. Dibe ku hin provokator bixwazin aloziyan derxin, dibe ku hin kes ji bo fitne û belayê hewl bidin. Dema ku me Tîkrîtê paşve sitand di nav alozî û şer de 64 xanî û 85 karxane hilweşiyan. Ev ji bo me hejmareke mezin e. Ji bo me hilweşîna xaniyekî jî zehf girîng e. Yên ku vê yekê kir berî hertiştî li hemberî me sekinîne."
Serokwezîr Heyder el Îbadî, gotegotên li ser Heşdî Şabiya ku ji milîsên şiî pêk tê qebûl nekir û wiha got:
"Kesên ku di nav leşkerên Heşdî Şabiyê de ne, welatiyên dildar ên Iraqê ne. Ev mirovana ji bo parastina axa Iraqê canê xwe da. Li Herêma Kurdistanê jî dildar hene. Welatiyên me yên ku bi dildarî tevlî operasyona Mûsilê jî bibin hene. Heşdî Şabî li Mûsilê jî heye. Tiştekî rast nîne ku em xetayekî yekî bikin para hemû şervanan. Dibe ku hin kesên di nav yekeên artêşê de û Heşdî Şabiyê de tevgerên nelirê kiribin. Divê em vê tevgera han nekin para hemûyan. Kesên di nav Heşdî Şabiyê de ne, zarokên Iraqê ne. Bi artêşê re li hemberî DAEŞê têdikoşin."
-Em digel Hewlêrê xebatên xwe birêvedibin
Heyder el Îbadî di axaftina xwe de bal kişand têkiliyên bi rêvebiriya Kurdistanê re jî û wiha got: "Em bê şert û merc dixwazin ku ev xebata bi pergal a di nav Hewlêr û Bexdayê de berdewam bike. Me bi Birêz Serokê Herêmê Barzanî û erkdarên hikûmetê yên din re hevdîtin kir. Me got ku divê ji hêla leşkerî, ewlehî, aborî û mafên civakî ve têkiliyên me bi herêmê re dewam bikin, qut nebin. Lewra qedera me yek û Iraq perçeyek e."
-"Di destê me de pere tune ye"
Îbadî got ku wan di nav xwe de biryar daye ku, mesrefa peşmergeya hikûmeta Iraqê bike. Îbadî got ku ew ê rêvebirya kurd para xwe ya ji bitçeyê bistîne û wiha dewam kir: "Di mijara bitçeyê de pirsgirêk tune ye. Lê naxêr di destê me de zêde pere tune ye. Piştî ku em çavkaniyekê bi dest bixin em ê para herêma Kurdistanê bişînin herêmê."
Îbadî wiha dewam kir: "Hikûmeta herêma Kurdistanê jî mehaneya karmendan dide. Lê belê du mehan dereng daye. Em ê ji bitçeyê para herêma Kuridtanê bişînin."