Elif Orhan
2017 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 27 қыркүйек
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand ku eger Herêma Kurdistanê Iraqê heta 3 rojan sînoran teslîmî hikûmeta navendî neke, dê seferên ber bi wir ve hemûyan bisekinîne.
Ebadî, civîna çapemeniyê li dar xist û got: "Dê tesîrên neyênî yên referandûmê li ser Herêma Kurdistana Iraqê çêbibin. Ev gaveke yekalî bû. Bi vê şirîkatî û îradeya navnetweyî nehat guhdarîkirin. Emê ji yekîtî û serweriya Iraqê tawîzê nedin. Em li ser encama referandûmê muzakereyê nakin."
Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku hin berpisên Kurd di nava welatiyên Iraqê de hestên nefretê belav dikin û anî ziman ku ew dest nadin rûmeta welatiyên Kurd û yên din.
Ebadî got dê hikûmeta navendî desthilata xwe li hemû welat birêve biçe û divê budçeta federal li gor destûrê li hikûmeta navendî vegere.
Ebadî wek din destnîşan kir ku divê hemû sînorên bejahî û esmanî teslîmî hikûmeta navendî bên kirin.
Li ser mijarê wiha nirxandin kir:
"Berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê, guh nedan bangewaziyên herêmî û navneteweyî yên li ser referandûmê. Deriyên sînorî yên li Herêma Kurdistana Iraqê girêdayî Lijneya Kontrola Sînoran a Iraqê ne. Eger Herêma Kurdistanê kontrola sînoran teslîmî Bexdayê neke heta 3 rojan emê hemû seferan bisekinînin. Me ev biryar li lijneya giştî ya wezîran wergirt. Serweta Herêma Kurdistanê ji kontrolê dûr tê birêvebirin. Dahat jî diçe hesabên derve."