Elif Orhan
2017 ж. 26 қыркүйек•Rojanekirin: 2017 ж. 27 қыркүйек
ANKARA
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di 24 TVyê de bersiva pirsên der heqê rojevê de da.
Çavuşoglu referandûma nemeşrû ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) nirxand û got ku "Me tenê negot 'we nekin' û neavêt. Me gote wan ku divê çima nekin û heke referandûmê betal bikin em ê çawa arîkariya wan bikin. Me bi awayekî eşkere jî ji wan re îzah kir ku heke referandûmê bikin dê bi çi re rû bi rû bimînin."
- "Me gote nûnerê PDKê: "Newe Tirkiyeyê"
Çavuşoglu nirxand ku ka dê Tirkiye hember HKIyê pêngavên çawa biavêje û wiha axivî: "Em ê merhale bi merhale pêngavan biavêjin. Di dema avêtina van meraleyan de mixatabê me Bexda ye. Em ê bala xwe bidin ser daxwazên ku ji Bexdayê tên."
Çavuşoglu li ser pirsa gelo Tirkiye HKIyê mixateb digire yan na bersiva "Jixwe niha heke nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) vir bûya dê me bigotayê ku 'welêt biterikîne'. Jixwe niha ji bo ku li Hewlêrê ye me gotê ku 'Birê min newe'. Heke vir bûya dê me bigotayê ku 'Ji welêt derkeve'. Hûn dizanin ku me berê jî nûnerê YNKê bi taybetî ji bo ku ji PKKê re cî vedikir şand. Em ji niha pê ve wiha ne. Em ê hember her kesên ku hemberî me şaşitiyan dikin tevdîrên hewcedar bistînin. Heke nûnerê PDKê vir bûya dê me wî bişanda. Lê ji ber ku wir bû hevalan telefon kirin û gotin ku 'Birê min newe Tirkiyeyê'. Wî jî got ku 'Min peyama we fehm kir."
Çavuşoglu li ser pirsa "Gelo Tirkiye dê Serqonsolosê xwe yê Hewlêrê paş vekêşe yan na?" diyar kir ku Serqonsolosxaneya Hewlêrê bi destûra Wezareta Karên Derve ya Iraqê hat vekirin û got ku "Dema ku me Serqonsolosxaneya Hewlêrê vekir me ji Hewlêrê destûr nesitand, me ji Bexdayê destûr sitand. Lewra jî di wê mijarê de mixatebê me rêveberiya Bexdayê ye, Wezareta Karên Derve ya Iraqê ye."
- "Heke Iraq daxwaz bike em ê piştgirî bidin parastina yekîtiya sînor"
Çavuşoglu tetbîqatên eskerî yên ku Tirkiye û Iraqê bi rê ve dibin nirxand û destnîşan kir ku Tirkiye piştgirî dide yekîtiya neteweyî û bihevrebûna sînorên Iraqê.
Çavuşoglu wiha axivî: "Piştgirîdayîna yekîtiya sînorê Iraqê sozekî hewayî nîne. Tê wê wateyê ku heke daxwazeke Iraqê di vê mijarê de ji me çêbe em ê ji bo parastina yekîtiya sînor piştgirî bidinê."
- "Sepanên me dê cuda bin"
Ji Çavuşoglu hat pirsîn ku li Şingalê car carna hêmanên PKKê têne Kerkûkê û rewşeke wiha mafê operasyonê dide Tirkiyeyê yan na? Çavuşoglu li ser vê pirsê "Helbet dide. Heke dijî birayên me yên tirkmen tehdîtek derkeve çi hewce bike em ê bikin, di vê mijarê de tu carî dudiliya me çênabe."
Wezîr Çavuşoglu destnîşan kir ku eskerên Tirkiyeyê yên li Iraq an jî eraziyên din hemû her dem ji bo her cure têkoşînê amade ne.
Çavuşoglu li ser pirsa "Gelo girtina Deriyê Sînor ê Xaburê dê zirar bide me yan na?" destnîşan kir ku Xabûr deriyekî sînor ê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de ye, ji ber wê jî mixatebê Tirkiyeyê yê di vê warê de rêveberiya Bexdayê ye, şûna girtinê dê tevdîrên hewcedar bistînin û wiha axivî:
"Li wir herêmên binîqaş hene. Cihên ku ne di nav sînorên Herêma Kurdistana Iraqê de bin hene û wir jî desthilatdarî di destê Bexdayê de ye. Ji ber wê jî Herêma Kurdistanê nikare vir wekî berê nefta Bexdayê bibe bifroşe cihekî din. Dîsa mafên ku bi destûra bingehîn dane Herêma Kurdistana Iraqê hene û ji ber wê jî ev dê neftê bifroşin cihekî. Dê ji ku bifroşin, mecbûr in ku ji ser welatê me biçin. Wê çaxê hember ewên ku hesasiyetên me paş guh kirin sepanên me jî cuda bin."
- "Piştgiriya Îsraîlê tenê serê xwe têrî nake"
Çavuşoglu destnîşan kir ku piştgiriya Îsraîlê ya ji bo HKIyê tenê serê xwe têrî nake û wiha axivî: "Piştgiriya tu kesî têrî nake. Tu kes sibê xwedî lê dernakeve. Dema ku Sedam çekên kimyewî bi kar anî kî xwedî derket? Tu kes xwedî derneket? Dîsa pêşmerge hatin me ew ezimandin."
Çavuşoglu da zanîn ku Tirkiyeyê di vê mijarê de mirovahiya xwe kir, dijî gotinên nijadperest û dijminahiya kurdan in.
Çavuşoglu got "Dema ku rêveberiya Barzanî ket nav qeyraneke aborî ya mezin me arîkariya wan kir lê ev ji bo ku birayên me yên kurd ên wir nemînin bin tesîra pirsgirêka aboriyê de û bila di nav tunebûnê de izdirabê nekşînin arîkariya wan kir." û destnîşan kir ku piştî referandûma li HKIyê têkilî dê wekî berê nebin.
Wezîrê Karên Derve Çavuşoglu destnîşan kir ku ji bo Tirkiyeyê parastina yekîtiya axa Iraqê berpirsyariyeke navneteweyî ye û da zanîn ku xirabûna sînorên Iraqê ji bo Tirkiyeyê tê wateya tehdîdê.
- "Barzanî dahatûya kurdan jî xist bin xetereyê"
Çavuşoglu diyar kir ku referandûma ku li HKIyê hat kirin yek ji wan mijaran e ku di çarçoveya ziyaretê de li serê bisekinin û da zanîn ku Rûsya jî referandûmê erênî nabîne û piştgirî didê ku di nav yekîtiya sînorên Iraqê de mafên kurdan bidin wan.
Çavuşoglu got "Barzanî bi hêrsa şexsî û daxwaza parastina meqama xwe dahatûya kurdan jî xist bin xetereyê" û qal kir ku DYA jî dijî wê referandûmê ye û helwesta wê ya di vê mijarê de gelekî eşkere ye.