Li gor agahiya ku hat bidestxistin parlementer Viyan Dahîl, penaber û rojnameger bi tevahî 20 kes di firokeya ku ket de bûn. Firoke ji bo ku alîkariyê ji êzdiyan re bibe diçû Çiyayê Şengalê. Firoke ji bo ku alîkariyê ji hewa ve biavêje cem êzdiyan nizim dibe û dikeve. Di qezayê de pîlot mir û yên din birîndar bûn.
Sektrerê taybet yê Dahil daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Pîlot di qezayê de mir. 20 kesên din jî birîndar bûn."
Berdevkê artêşa Iraqê Kasim Ata jî got: "Firokeya ku ji alîkarî êzdiyên li serê Çiyayê Şingalê re dibir ket. Firoke ji ber erizeyeke teknîkî ket."
Fermandarê Pêşmergeyan yê herêma Şengalê Serbest Babirî jî got ku firoke ji ber erizeyeke teknîkî ket, tu êrîşeke DÎŞIyê tuneye.
Hat gotin ku ji bo xelaskirina birîndaran xebatê dest pê kir.