Mehmet Dayan
25 Gulan 2021•Rojanekirin: 28 Gulan 2021
Li Çukurcaya navçeya Hekariyê ya li nêzî sînorê Iraqê cotkarên bi reşbûna erdê ra dest bi ajotina zeviyên xwe kirin, niha alîkariyê didin hev û riz diajon.
Gelê Narliya gundê 10 kîlomêtre dûrî navçeyê ya lê bi rêgezên kal û bavan zeviyan diajon di hemû pêvajoyan da alîkariyê dide hev.
Cotkar şeveqê zû diçin zeviyan, her roj li zeviya malekê dixebitin, bi meran hewzên rizê amade dikin.
Cotkar hewzan tijî av dikin û tovê ji kal bavan maye diajon, di dema çinîna zeviyan da alîkariyê didin hevdu.
Ahmet Karabulakê cotkar diyar kir ku bi sedan sal in li gundê wan riz diajon û rêgezên ji kal û bavan mane didomînin.
Karabulak destnîşan kir ku li gor rêgezên kal bavan hewzên riz amade dikin û tov diajon û wiha pê da çû:
"Em tovên pê hatine lîstin najon. Em tovê 6 nişf e bi destê kal û bavên me hatine ajotin diajon. Ev kevneşopî ji kal û bavan ji me ra ma, piştî me jî zrên me yê bidomînin."
Îsmaîl Oztat jî got, "Kalikê kalikên me li vê derê bi cî bûne û dest bi ajotina riz kirine. Em jî heman wezîfeya ji me ra ma didomînin. Em bi dilhezî karê xwe dikin û alikariyê didin hevdu. Bi saya vê karên dijwar hêsan dibin."