Sabri Yıldırım
25 Gulan 2021•Rojanekirin: 26 Gulan 2021
Bi hatina biharê û germbûna dinyayê ra koçerên li parêzgehên cuda yên li herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê berê xwe dan Mûşê û li vir derketin zozanan.
Koçerên ku ji ciyên germ hatin zozanên li herêma Şenyaylayê û Çiyayê Kozmayê yên Mûşê, pezê xwe diçêrînin û dû ra jî didoşin.
Koçer her wiha ji şîrê pez berhemên cur be cur digirin, difiroşin û pê debara mala xwe dikin.
Rafet Taşê ku ji Îdila Şirnexê hatiye, diyar kir ku wan şîrê ewil ê pezê ku li zozan çêriya, dot.
Taş destnîşan kir, ew şîr dikin penêr, dişînin Batmanê û wiha dewam kir, "Îsal di warê alif û avê da hinekî pirsgirêk heye. Lê zozan hênik û xweş e. Zozanên Mûşê xweş in. Ev ciyê em lê ne dê heta çend rojan germ be. Lewma em ê derkevin ciyên bilindtir. Em debara xwe bi heywandariyê dikin."