Zekeriye Şimşek
25 Gulan 2021•Rojanekirin: 29 Gulan 2021
Li Islahiyeya navçeya Gazîentabê malqîzera deqzer a nesla wê di xetereyê da ye hat dîtin.
Musa Can Dogan û Bayram Erdoganê derketin Parka Tebîeta Bihizûr a Çiyayê Amanosê yê 34 kîlomêtre dûrî navçeyê li ser rêya zozanê malqîzera deqzer a nesla wê di xetereyê da ye dîtin.
Dogan ji bo malqîzer di binê wesayîtê da nemîne hilda danî rexê rê. Dogan wiha axivî: "Bê zirar û bê jehrî ye. Nesla wê li ber xetereya qelînê ye. Em dixwazin kesên dibînin bira zirarê nedin."
Doga û Erdogan qasî demekê ji malqîzerê hez kirin û paşê berî çolê dan.
Rayedarên Midûriyeta Parkên Neterweyî û Parastina Tebîetê ya Gazîentabê jî diyar kirin ku malqîzera deqzer di lîsteya Yekîtiya Parastina Tebîetê ya Navneteweyî da cî digre û cisnê wê di xetereyê da tê qebûlkirin, di heman demê da malqîzer bê zirar e.