Ömer Tuğrul Çam,Selen Temizer
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 04 Nîsan 2023
Piştî ku Tirkiyeyê belgeya der barê pesendkirina endamtiya Finlandiyayê ya NATOyê teslimî Amerîkaya ku mihafezekarê Peymana Atlantîka Bakur ya 1949an e kir, Finlandiya weke endamê 31emîn beşdarî Îtifaqa NATOyê bû.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken li Brukselê li baregeha NATOyê di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derva da hatin bal hev.
Di hevdîtinê da Tirkiyeyê belgeya pesendkirina endamtiya Finlandiyayê ya NATOyê teslimî Amerîkaya ku mihafezekarê Peymana Atlantîka Bakur ya 1949an e kir.
Di pey ra Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg, Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken û Wezîrê Karên Derva yê Finlandiyayê Pekka Haavîsto civiyan.
Blînken diyar kir ku Tirkiyeyê belgeya pesendkirinê li ser navê Amerîkayê teslimî wê kiriye û got ku ez ji ber vê gelek kêfxweş im.
Haavîsto jî belgeya pesendkirinê ya ji Tirkiyeyê hildabû da Blînken.
Stoltenberg der barê mijarê da got ku em dikarin Finlandiyayê weke endamê 31emîn yê NATOyê îlan bikin.