Ömer Tuğrul Çam
04 Nîsan 2023•Rojanekirin: 05 Nîsan 2023
Di salvegera 74emîn ya NATOyê da weke andamê 31emîn alaya Finlandiyayê li baregeha NATOyê hat daliqandin.
Ji ber beşdariya Finlandiyayê li baregeha NATOyê ku Civîna Wezîrên Karên Derva tê lidarxistin, merasim hat çêkirin.
Di merasimê da Serokomarê Finlandiyayê Saulî Nîînîsto, Sekreterê NATOyê Jens Stoltenberg û wezîrê karên derva yê 30 dewletên mutefîq amade bûn.
Di merasimê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu Tirkiyeyê temsîl kir û alaya Finlandiyayê li baregeha NATOyê hat daliqandin.