Burak Dağ
03 Îlon 2024•Rojanekirin: 03 Îlon 2024
Hat ragihandin ku Fermandarê Hêzên Bejayî yê artêşa Îsraîlê Tumgeneral Tamîr Yadaî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Di nûçeya rojnameya The Times of Israelê da hat diyarkirin ku Tumgeneral Tamîr Yadaî yê ku 3 sal e di artêşa Îsraîlê da Fermandarê Hêzên Bejayî bû ji ber sedemên şexsî ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Di nûçeyê da hat gotin ku Sererkan Herzî Halevî û Wezîrê Parastinê Yoav Gallant daxwaza îstîfayê qebûl kirin.
Heta ku şûna Yadaî kesek bê eşkerekirin ewê wek Fermandarê Hêzên Bejayî bimîne, lê ewê neçe kar.