Hakan Çopur
03 Îlon 2024•Rojanekirin: 05 Îlon 2024
Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ji bo peymana agirbestê ya li Xezeyê "bi têra xwe hewl nade".
Serokê Amerîkayê Bîden dema hat Qesra Spî ku bi ekîba xwe ya ewlekariya neteweyî ra der barê rewşa dawîn ya li Xezeyê û peymana agirbestê ya muhtemel ya ku wê girtiyan bide berdan da biaxive, pirseke endamê çapemeniyê bersivand.
Bîden pirsa "Birêz Serok, gelo dem nehatiye ku Serokwezîr Netanyahu der barê peymanê da zêdetir bixebite? Li gor we Netanyahu têra xwe hewl dide?" wiha bersivand "Na".
Artêşa Îsraîlê ragihandibû ku di pevçûnên li Xezeyê da cesedê 6 dîlên Îsraîlî hatine dîtin.
Platforma ku ji aliyê malbatên dîlên Îsraîlî yên li Xezeyê girtî ne va hatiye avakirin ji mirina girtiyan Netanyahu berpirs dîtibû.
Netanyahu gotibû hikûmet bi biryar e ku ji bo berdana dîlên mayî bigihêje peymanekê û îdia kiribû ku berpirsê lihevnekirinê Hemas e.