Serokomarê 12emîn Recep Tayyîp Erdogan di Lijneya Giştî TBMMyê de sond xwar û dest bi wezîfeya xwe kir.
Lijneya Giştî ya TBMMyê bi serokatiya Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek ji bo merasima sondxwarinê civiya.
Erdogan bi çepikên parlementeran ve li Salona Lijneya Giştî ya TBMMyê hat pêşwazîkirin.
Çîçek zabitnameya bi çarçove, ya ku nîşan dide ku Erdogan wek Serokomar hatiye hilbijartin da wî û wiha got:
"Ez li gor Zagonê, Rêziknameya Navxweyî û Qanûna Hilbijartinê ya Serokomar teqdîm dikim. Ez ji Xwedê dixwazim ku ev biryar ji bo welatê me, gelê me, dewleta me, demokrasiya me û ji bo cenabê we li ser xêrê be. Xwedê alîkarê we be."
-Sond xwar
Serokwezîr zabitnameya xwe hilda û hat li ser kursiyê û sond xwar:
"Ez wek Serokomar sond dixwûm ku ez ê hebûna dewletê û serxwebûna wê, yekitiya welêt û gel, desthilatiya gel ya ku bê şert û merc biparêzim. Ez sond dixwim ku ez ê girêdayî Zagonê, hiqûqê, demokrasiyê, hêman û şoreşên Ataturk û Serokomariya laîk bimînim, ez ê hewl bidim aramî û refaha gel, di hevkariya neteweyî û dadî de her kes ji mafên mirovan û azadiyan sûdê werbigre. Ez li ber Gelê Tirk ê mezin û li dîrokê li ser namûs û şerefa xwe sond dixwim ku ez ê şan û şerefa Serokomariya Tirkiyeyê biparêzim, bilind bikim û wezîfeya ku dikeve li ser milê min bi awayekî bê alî bi hemû hêza xwe ve bixebitim."
Piştî sondxwarina Erdogan Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariyê Sirûda Îstiklalê lê xist. Dema sirûd hat xwendin forsa Serokomariyê kişandin dîrega ala TBMMyê û 101 pare top hatin avêtin.
Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek ji bo ku meclis di 1ê cotmehê de bicîve civîn qedand.
- Engîn Altayê CHPyî, pirtûka rêziknameya navxweyî û zagonê avêt Dîwana Serokatiyê
Beriya sondxwarina Serokomarê 12emîn Recep Tayyîp Erdogan, Serokê TBMMyê Cemîl Çîçek daxwaza axaftinê ya Serokcigirê Koma CHPyê Engîn Altay qebûl nekir. Li ser vê Engîn Altay pirtûka rêziknameya navxweyî û zagonê avêt Dîwana Serokatiyê. Parlementerên CHPyê tevgere Çîçek protesto kirin û ji ber vê bê sondxwarin ji salona Lijneya Giştî veqetiyan.