İbrahim Atmaca
19 Mijdar 2018•Rojanekirin: 20 Mijdar 2018
ÎSTANBUL - SUHEYB KALALÎVE/MEHMET OZTURK
Azzam et-Temîmiyê Midûrê Enstîtuya Ramana Siyasî ya Îslamî ya li Londrayê diyar kir ku Prensê Welîaxt yê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman fermana kuştina Cemal Kaşikçiyê rojnamegerê Siûdî da.
Lêkolînerê Filistînî ku li Londraya paytextê Îngiltereyê dijî, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got, "Prensê Welîaxt Bîn Selman li peyê projeyekê bû ku ew yekî 'lîberal û reformîst e' û xwe bi vê îmajê va xwe bi welatên rojava dida nasîn. Ji ber ku Cemal Kaşikçi ev projeya balte kir, loma Prens xwe winda kir û fermana kuştina Kaşikçi da."
Temîmî diyar kir ku Kaşikçi di rojnameya Washington Postê ya Amerîkayê da mehê caran nivîs dinvîsî û wiha dewam kir, "Nivîsên ku Kaşikçi dinvîsî, rastî eleqeyê dihatin. Rewşenbîrên Amerîkayî Cemal wekî zilamekî ji nav rêvebiriya li Erebistana Siûdî didîtin. Di navbera rexneyên objektîf ên ku Kaşikçi dinvîsî û propagandaya Siûdî ya ku saziyên girêdayî lobiya Siûdî ji bonê milyon dolar xerc dikin da nakokî hebûn."
Temîmî got, "Tirkan pêvajo bi awayekî pir baş bi rê va bir. Agahî merhale merhale parve kirin û bi vî hawî bûyer ji rojevê ranebû."
Temîm diyar kir, "Bê guman kesê ku fermana kuştina Kaşikçi da Prens Bîn Selman e." û wiha dewam kir, "Serokê Amerîkayê Donald Trump û Qesra Spî piştgiriyeke xurt dide Mihemed Bîn Selman û bîn Selman ji bo ku ji berpirsiyariya bûyerê bireve xwe dispêre vê piştgiriyê. Lêbelê ev bûyer veguherî meseleyeke gerdûnî û li ser hin qurbaniyan bimîne jî wê peyê Prens Bîn Selman bernede, ev ê wî xelas neke."
Temîmî destnîşan kir, li gor wî heke bîn Selman ji darizandinê xelas bibe, ev ê dawiya rejima Al Siûdê bîne û heke rayedarên Siûdî ji bo vê rabin biryarê bidin ku Bîn Selman ji rêvebiriyê dûr bixin, wê qraliyetê xelas bikin.
Temîmî got ku her kes dizane kesê ku bi awayekî fiîlî Erebistana Siûdî bi rêva dibe Prens Bîn Selman e û wiha got, "Kesê ku li dijî Yêmenê şer îlan kir, biryara ablûqeya Qeterê da, alim binçav kirin ew e."
Temîmî li ser têkiliyên Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî û Erebistana Siûdî yên dewra Prensê Welîaxt sekinî û got ku di navbera Prensê Welîaxt yê Abû Dabiyê Mihemed bîn Zayîd û Bîn Selman da têkiliyên xurt hene, Welîaxtê Abû Dabiyê "bavê menewî" yê Bîn Selman e.
Temîmî diyar kir ku di bûyera Kaşikçi da şik û guman hene ku tiliya Bîn Zayîd jî tê da heye, lêbelê li gor wî roleke xurt a Mîrektiyên Ereban di bûyera Kaşikçi da tuneye.