Elif Orhan
2016 ж. 18 маусым•Rojanekirin: 2016 ж. 18 маусым
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî got ku hêzên Iraqê li navenda Fellûceya girêdayî wilayeta Enbarê kontrol bi dest xist û hedefa wan ê din paşvesitandina Mûsilê ye.
Îbadî ji ser televîzyona dewletê daxuyanî da û got ku hêzên Iraqê li navenda Fellûceyê kontrol bi dest xist û wir hin cihên di destê DAEŞê de jî dê di saetên pêşiya me de paş ve bên sitandin.
Îbadî got ku "Fellûce paş vegeriya hembêza welatê me" û wiha axivî: "Hedefa me ew e ku em pîrozbahiyên gelê Fellûceyê mihafaza bikin. Min ji bo pêkanîna ewlehiya sivîlên li Fellûceyê, piştgirîdayîna wan, parastina malên taybet û yên kamûyê telîmat da hemû yekîneyên dewletê.
Îbadî bangî DAEŞê kir û wiha axivî: "Ji we re li Iraqê cî tune. Hûn ê ji bo her sûcên ku we kiriye bên cezakirin. Iraqî hember we di nav yekîtiyê de ne. Em heta ku endamê dawîn ê DAEŞê ji nav axa xwe derxînin dê hedefa me ya pişt re bibe Mûsil."
Hatibû diyarkirin ku hêzên Iraqê qaymeqamtî, avahiyên polês, îstixbarat û meclisa navçeyê û nexweşxaneyê ji DAEŞê paş ve sitandiye.