2016 ж. 25 мамыр•Rojanekirin: 2016 ж. 25 мамыр
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der barê têkoşîna dijî terorê da got, "Tu guherîn û rehewatê çênebe û em ê di têkoşîna xwe bidomînin."
Yildirim dema ku ji mala xwe ya li Geliyê Dîkmenê derdiket pirsên rojnamevanan bersivand.
Ji Yildirim pirsîn ku "Ji Wanê xeberên şehîtan hta, hûn jî di mijara terorê da qala têkoşînê dikin. Di vê mijarê da gelê hûnê bêjin çi?" li ser vê Yildirim got ku rehma Xwedê li şehîtan be, Xwedê şifayê bide gaziyan."
Yildirim destnîşan kir ku êşa cangoriyan dilê wan şewitand û wiha got: "Ev têkoşîna hebûn û tunebûnê ye, têkoşîna yekîtiya welêt û biratiya gel e. Tu guherîn û rehewatê çênebe û em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê di civîna Lijneya Wezrîan a ku di serokatiya Serokmarê me da bê kirin da bi hûrgilî li ser vê biaxivin."
Serowezîr Yildirim paşê derbasî Qesra Çankayayê bû.