Fatih Gazioğlu
20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Qesra Spî General H. R. McMaster ra li ser telefonê axivî. Di axaftinê de behsa têkoşîna dijî PKK, DEAŞ û El Qaîdeya rêxistinên terorê hat kirin.
Li gor agahiyan, di axaftinê de Kalin ji McMaster re gotiyê divê arîkariya Amerîka ku li Sûriyeyê dide YPG/PYDya rêxistina terorê bide sekinandin û ji bo aştî, hizûr, ewlehî û îstiqrara herêmê bixebite.
Di axaftinê de girîngiya mijara îstiqrar, hizûr û yekîtiya axa Iraqê jî hat tesdîqkirin.
Berdevkê Serokomariyê Kalin behsa fealiyetên FETOyê yên li Amerîkayê kir û di vê meseleyê da fikar û daxwazên Tirkiyeyê jî anîn ziman.