20 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 20 Rêbendan 2018
ANKARA
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li ser êrîşên PYD/PKKya rêxistina terorê ya ku 19 û 20ê rêbendanê da ji Efrînê kiribûn, bersiv da û li sitargeh û baregehên rêxistinê xist.
Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, TSKyê duh û îro bersiv da êrîşên PYD/PKKya rêxistina terorê yên ku ji Efrînê kirin.
TSKyê di çarçoveya parastina meşrû da li sitargeh û baregehên ku ji aliyê terorîstan ve tên bikaranîn xist.
Hat ragihandin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di operasyonên hefteya dawîn da 20 terorîst berteref kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da agahiyên operasyonên ku TSKyê di navbera 12-18ê rêbendanê da kirin hatin dayîn.
Li gor daxuyaniyê, li Bidlîs, Mêrdîn, Diyarbekir û bakurê Iraqê operasyonên li dijî rêxistina terorê bênavber dewam kirin. Di operasyonan da 20 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da 6 tivingên piyadeyan, tankşikêneke mîlan jî tev 8 sîlahên sivik, 807 kîlo amonyum nîtrat, 2 kîlo C-4a teqemenî, 22 bombeyên desta, 3 fîşengên RPG-7an, 2 fîşengên sewqa RPG-7an, 6 funye, 156 sîlahên cuda, 9 jarjor, pîkapeke tê nirxandin ew ê di êrîşê da bihata bikaranîn û 39 tupên LPG yên ku di çêkirina teqemeniyên bi destan çêkirî da tên bikaranîn hatin girtin.
Di operasyonan da 18 teqemeniyên bi destan çêkirî hatin îmhekirin. 51 kozik, sitargeh, holik û depoyên terorîstan hatin xirabkirin. Di operasyonan da leşkerek şehîd ket.