17 Hezîran 2016•Rojanekirin: 18 Hezîran 2016
HATAY
Hat ragihandin ku li dorbera Lazqiyeya Sûriyeyê mixalif ji bo gundên ku ji destê wan derketine cardin bi dest bixin, dest bi êrîşan kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî êrîşên rejima Esed yên ku çar roj berê li herêmên tirmenana dest pê kirin dewam dikin û ber destê sibehê mixalifan jî li dijî rejimê dest bi êrîşan kirin.
Li gor agahiyan mixalif ber bi Karamanli û Îsa Pinara ku 2 roj berê ketin destê rejimê va diçin û di navbera mixalif û yekîneyên rejimê pevçûn û şer derket.
Tê gotin ku mixalif pêşva diçin û cebilxaneyeke rejimê hatiye îmhekirin û ji ver pevçûnan gelek mirî û birîndar hene.