MOSKOVA
Îzvestiya ya Rojnameya Rûsyayê bi Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esed re hevpeyvîn kir. Esed îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî û pêşniyara ji bo ku mudaxeleya leşkerî li ser Sûriyeyê bê kirin nirxand.
Esed îdiayên ku li nêzî Şamê çekên kîmyewî hatine bikaranîn teqez red kir û got: "Xeberên wiha ji ber polîtîkayên dewletên Rojavayê derdikevin. Li rojhilatê Şamê di navbera muxalif û artêşê de sînorek tuneye. Artêş li cihê ku leşkerê wê lê ye çima çekên kîmyewî bi kar bîne?"
Beşar Esed ew pêşniyara ji bo ku mudaxeleya leşkerî li ser Sûriyê bê kirin jî nirxand. Esed diyar kir ku dema DYE mudaxeleyê li me bike dê teqez bi ser nekeve û wiha dewam kir: "Dema ku êrîşî Sûriyê bikin dê bi ser nekevin. Amerîka hetanî îro her tim ji bo îdeolojiya xwe şer û pevçûn bi welatên din re kiriye. Weke ku li Vîetnamê bi ser neket dê heman rewş li vê derê jî bê serê wan.
Esed da zanîn, peyman a ku ji bo moşekên S-300î di serî de hemû peymanên ku bi Rûsiyayê re kirine di rewacê de ne.