İbrahim Atmaca
31 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 31 Cotmeh 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat îdiakirin, Erebistana Siûdî 930 milyon dolarê ku seba Yêmenê ji Neteweyên Yekbûyî (NY) ra şand, ji bo bergîdana "reklama qenc" kir.
Li gor nûçeya ku rojnameya Îngiliz Guardianê dispêre nivîsên navxweyî yên NYê, Erebistana Siûdî ji bo bergîdana 930 milyon dolarî ji NYê xwestiye ku rola însanî ya ku Riyad li Yêmenê dileyîze derxe pêş.
Di nûçeyê da hat gotin ku di belgeya bi navê "Plana Xwenîşandanê" da ku şertên budçeya alîkariya însanî ya ji bo Yêmenê tê da cih digre, zext û zor dane ser Ofîsa Kordînasyonê ya Alîkariya Însanî ya NYê (OCHA) ku di bergîdana 930 milyon dolarî da şertên "danasîna qenc" a berfireh a Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî qebûl bike.
Li gor nûçeyê ji OCHAyê daxwaz kirine ku di çarçoveya "Plana Xwenîşandanê" da di rojnameyên wek New York Times û Guardianê da reklama Erebistana Siûdî bidin kirin ku Erebistana Siûdî ji Yêmenê ra alîlkariya însanî dişîne. Her wiha di nûçeyê da hat gotin ku 5 saziyên alîkariyê yên binbanê NYê 48 gavên ku wê tê da rola însanî ya Erebistana Siûdî derxin pêş, qebûl kirine.
Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman di meha adarê da li New Yorkê bi Sekreterê Giştî yê NYê ra hevdîtin kiribû û li ser navê Erebistana Siûdî î Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî çeka 930 milyon dolarî seba piştgiriya alîkariyên însanî yên Yêmenê dabû NYê.