Hejmara dewletên ku di operasyonên li hember DÎŞIyê de piştgiriyê didin koalîsyona navneteweyî ya di serkêşiya DYAyê de her ku diçe zêde dibe.
Hat destnîşankirin ku hêzên koalîsyonê heta niha ji 300î zêdetir êrîşên hewayî birine ser kozikên DÎŞIyê û ji van êrîşan 230 êrîş li Iraqê, 76 êrîş jî li Sûriyeyê pêk hatine.
- Fransa
Fransa ji dewletên ewil e ku piştgirî da operasyonên hewayî yê DYAyê û êrîşa xwe ewil di 19ê îlonê de kir.
- Îngilistan
Îngilistan tenê li Iraqê li hember DÎŞIyê operasyonên hewayî dike.
- Awistirya
Awistiryayê ji bo operasyonan 600 personelên leşkerî şand Emîrtiyên Ereban ên Yekbûyî.
- Belçîka
Belçîka bi 6 balafirên şer ên F-16an û 120 leşkerê xwe piştgiriyê dide koalîsyonê û tenê li Iraqê beşdarî şer dibe.
- Danîmarka
Hikûmeta Danîmarkayê bi balafirên şer û perwerdeya leşkerî piştgiriyê dide koalîsyona li dijî DÎŞIyê.
- Norwêc
Norwêcê daxuyandibû ku ji bo piştgiriyê bide koalîsyonê dê li baregeha navendî 5 serbazên xwe wezîfedar bike da ku perwerdeya operasyon û şopandinê bidin.
- Kanada
Kanadayê 70 personelên xwe yên taybet şand ku pêşmergeyên kurd perwerde bikin. Kanada wekî din hewl dide ku balafirên şer jî bişîne.
- Almanya
Almanya fiîlê tevlî koalîsyonê nebe jî alîkariya çekan dide Herêma Kurdistana Iraqê û alîkariya penaberan dike.
Dewletên Ereban ên ku piştgiriyê didin koalîsyonê
- Erebistana Siûdî
Erebistana Siûdî yek ji wan dewletan e ku li dijî DÎŞIyê şer dike.
- Behreyn
Behreyn bi hebûna xwe ya leşkerî wêdetir bi nasnameya xwe ya misliman-sunî di koalîsyonê de bi awayekî sembolîk cî digire.
- Emîrtiyên Ereban ên Yekbûyî
Emîrtiyên Ereban ên Yekbûyî bi Erebistana Siûdî re li Sûriyeyê tevdigere û alîkariya fînansî û leşkerî dide komên mixalif.
- Qetar
Hêza leşkerî ya Qetarê 12 hezar personelan pêk tê. Li Rojhilata Navîn baregaha leşkerî ya herî mezin ya DYAyê li Qetarê ye.
Dewletên Asyayê
Japonyayê di koalîsyonê de cî girt û heta niha 6 milyon dolar alîkarî da penaberan û daxuyand ku wê bi tevahî 25,5 milyon dolar alîkarî bide.
Koreya Başûr di çarçoweya alîkariya însanî de milyonek dolar ji bo mexdûrên DÎŞIyê yên li Iraqê bexşand. Sîngapurê jî destnîşan kir ku wê tevî koalîsyonê tevbigerin.
Alîkariya dewletên din
Polonya li hember talûkeya DÎŞIyê dê alîkariya siyasî û diplomatîk bide. Îsraîl di warê îstixbaratê de alîkariyê dide DYAyê.
Misir hê tevlî koalîsyonê nebûye, lê Serokê Dewletê Evdilfetah es-Sîsî daxuyand dibe ku alîkariyê bidin.
Îtalya piştgiriya çekan û alîkariya însanî dide Herêma Kurdistanê.
Yewnanistan di koalîsyonê di warê siyasî û leşkerî de cî digire. Car caran jî techîzatên leşkerî ji bo pêşmergeyan dişîne.
Macaristanê destnîşan kir ku 15 cure techîzat wê bişîne herêmê û Romanyayê jî ragihand ku dê alîkariya lojîstik, leşkerî û însanî bidin.
Îspanya niha di operasyonan de cî nagire.