Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê El-Exdar el-Îbrahîmî got ku li Cenewreyê hevdîtinên ji bo aştiyê tên kirin îro jî dewam dikin.
11 Sibat 2014
CENEVRE
Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê El-Exdar el-Îbrahîmî got ku li Cenewreyê hevdîtinên ji bo aştiyê tên kirin îro jî dewam dikin.
Ofîsa NY ya Cenewreyê daxuyaniyek nivîskî da, di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îbrahîmî bi lijneyên aliyan re hevdîtin kir.
Sermuzakerekerê lijneya muxalefeta Sûriyeyê Hadî el-Bahra û sermuzakerekerê rejima Beşar Esed jî Balyoz Beşar Caferî ye.