Helîkopterên artêşa Sûriyeyê bi bombeyên warîlê êrîşî herêmên wek Mesekîn Hananû û Haydariyeyê ku di bin kontrola muxalifan de ne dikin. Sûriyeyiyên ku li van deveran dijîn ji ber êrîşan tiştên ku ji wan re lazim in ji mala xwe hildidin û cih û warên xwe diterikînin.
Bebirsyarê Medya Helebê ya Komîteya Kordînasyona Herêmî ya Sûriyeyê Mistefa Mihemed Sûltan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku artêşa Sûriyeyê êrîşên giran li dar dixe û wiha dewam kir: "Helîkopterên artêşê li Helebê rojên ku hewa bi ewr e nêzî 40-50 bombeyên warîlê diavêjin heremên ku di bin kontrola muxalifan de ne."