Önder Beyter
26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî ragihand ku ew, pêşniyaza rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya rawestandina encamên referandumê qebûl nakin û ew betalkirina referandumê dixwazin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîriya Iraqê da cih dan daxuyaniyên Ebadî yên li Tehrana paytexta Îranê ku ji bo seredana fermî li wir e.
Ebadî destnîşan kir ku referanduma HKIyê di heyama ku têkoşîna dijî DEAŞê dewam dikir da hat kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku neyê kirin, me ew hişyar kirin lêbelê guh nedanê. Em ragirtina referandumê qebûl nakin. Em betalkirina wê û bicihanîna destûrê dixwazin."
Ebadî der heqê bi destê hêzên rêveberiya navendî kontrolkirina Kerkûk û herêmên binîqaş da jî wiha got, "Bicihanîna otorîteya rêveberiya federal seba hemû iraqiyan serfirazî ye. Stratejiya me ew e ku em van herêman tevlî rêveberiya dewletê bikin."
HKIyê piştî geşedanên dawîn pêşniyaz li hikûmeta Iraqê kiribû ku encamên referanduma 25ê Îlonê rawestînin û li ser bingeha destûrê dest bi diyalogê bikin.