26 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2017
REQA
Reqaya bajarê Sûriyeyê ya ku ji ber êrîşên DYAyê, PKK/PYDê û pevçûnên DEAŞê bû xirabe tê talankirin. Terorîstên PKKyî nahêlin gelê malên xwe terk kiribûn vegerin malên xwe.
PKK/PYDê bi piştgiriya DYAyê va di 6ê hezîranê da operasyon dabû destpêkirin û di 17ê cotmehê da DEAŞ ji Reqayê derxistibû.
Nûçegihanê AAyê kete Reqayê û dîmenên bajêr kişand, di dîmenan da tê dîtin ku hema tevahiyê bajêr bûye xirabe.
Dîmenan da xanê dike ku avahiyên li herdu aliyên kolanê bi tevahî hilweşiyane û wesayît di binê enqazê da mane.
Ji ber pevçûnên mezin dikanên ku xepengên wan girtîne jî tep bûne, dikanên ku xepengên wan hatine şikênandin jî vik û vala ne.
Gelê herêmê agahî dan nûçegihanê AAyê û diyar kirin ku terorîstên PKK/PYDyî dikan û mal talan kirin, eşyayên ku dizîn jî li Eyn Îsa û Resûleyna di kontrola rêxistina da firotin.
Gelê Reqayê dibêje ji vir du roj berê gelê ku ji ber êrîşan taxa Sebahiyeyê terk kiribûn xwestin ku vegerin malên xwe lêbelê terorîstên PKK/PYDyî destûr nedan.