Wezîrê Îskan û Avadaniyê Tariq el-Haykanî daxuyand ku DÎŞIyê 65î zêdetir pire xirab kir, zirara wezareta wan 7 milyar dolarî zêdetir e.
Haykanî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di êrîşên DÎŞIyê de gelek pire, avahî û rê xirab bûn û hilweşiyan.
Haykanî wiha axivî: "Rêxistina terorê DÎŞIyê li Diyala, Nînova (Mûsil), Selahadîn û Enbarê herî kêm 65 pire û binesaziya bajaran xirab kir. Zirara dewletê 7 milyar dolaran zêdetir e. Ji bo ku li 4 bajaran ji nû ve binesazî çêbe û bajar ji nû ve bên avakirin hewcedariya alîkariya navneteweyî heye. Lewra bûtçeya Iraqê têra vê nake."
Wezareta Ceyranê ya Iraqê jî daxuyandibû ku meha borî li Diyala, Nînova, Selahadîn û Enbarê milyar dolarekî zêdetir zirar heye.