ŞANLIURFA
Hat ragihandin ku rêxistina terorê ya DÎŞIyê bi piranî kontrola Kobanê ya navçeya Helebê bi dest xist.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî sitand, şerê di navbera DÎŞI û hin komên kurdan de ji serê sibê heta êvarê berdewam kir. DÎŞI ya ku bi çekên giran êrîş dike ber bi navenda navçeyê ve diçe.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî DÎŞIyê piraniya kontrola herêmê bidest xist. Hat hînbûn ku DÎŞI digel 2 hezar kesî ket herêmê û li herêmê şerê di kuçeyan de dewam dike. Di vê navberê de tê dîtin ku DÎŞI li herêmê çiqas pêşdikeve rev jî zêde dibe. Gelê herêmê ji herêmê direve.