Hat ragihandin ku mayinên ku rêxistina terorê DÎŞIyê, li ser rêya Celavleya bajaroka Diyalayê veşartibûn teqiyan û di encama teqînê de 5 pêşmerge mirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin sitandin, mayinên ku milîtanên DÎŞIyê li ser rêya Celavle-Hanekînê veşartibûn, di saet 20.30an de dema ku wesayita pêşmergeyan derbas dibû hat teqandin. Di encama teqînê de 5 pêşmerge mirin. 2 mayinên ku li ser heman rêyî hatibûn veşartin jî êvarê hatin teqandin. Lê di teqînê de tu kes nemir û birîndar jî nebû.
Ev demeke ji ber valahiya desthilatdariyê li Iraqê şer û pevçûn çêdibin. Di hezîranê de komên di serkêşiya DÎŞiyê de ketin herêmê. Li herêmê di navbera DÎŞIyê û hêzên ewlehiyê de şer dewam dike. Artêşa Iraqê û hêzên hewayî yên DYAyê êrîşê herêmên di destê DÎŞiyê de dikin.