Li Sûdana Başûr piştî hewldana derbeyê pevçûn derketin. DYA ji bo ku ewlehiya balyozxaneya xwe ya li Sûdana Başûr û arîkariyê bike ku welatiyên DYAyê bên derxistin 150 leşkerên hêzên deryayî yên li Îspanyayê şand Qiloça Afrîkayê.
Berdevkê Pentagonê Steve Warren got ku li Sûdana Başûr pevçûn zêde dibin, ji bo her cure daxwazên Wezareta Karên Derve, yekîneyên li Afrîkayê amade kirin. Li gor agahiyên ku rayedarekî ji Wezareta Parastinê da, tê payîn ku yekîneya DYAyê ya ku ji Îspanyayê derket û niha li ser rêya Qoliça Afrikayê ye li Cîbutiyê bê zincîrkirin. Pişt re dê personel derbasî Sûdana Başûr bibin û ji bo tehliyekirina balyozxaneya DYAyê ya li paytext Cûbayê û welatiyên DYAyê yên ku hê jî li wir in, dê arîkariyê bikin.
Bi yekîneya girêdayî sîtolê li Cîbûtiyê jimara yekîneyên DYAyê dê zêde bibe. Digel 10 balafirên DYAyê yên li vir, firokeyên wî yên Ospreyê û balafirên neqliyeyê C-130 hene. Hêzên DYAyê arîkariyê dikin ku welatiyên xwe û yên hin welatên din, bi awayekî ewledar ji welêt derxînin. Piştî pevçûnan gelek welatiyên DYAyê ji welêt hatin tehliyekirin û tê gotin ku hê jî çend sed welatiyên DYAyê li welêt hene.
Muxalifan dawiya hefteyê gule barandibû li ser balafirên DYAyê yên ku ji bo tehliyekirina welatiyên DYAyê hatibû Sûdana Başûr. Di gulebaranê de ji muretebatê 3 kes birîndar bibûn. Serokê DYAyê Barack Obama dabû zanîn ku hefteya borî ji Hêzên Çekdar yên DYAyê bi qasî 45 xebatkaran şandin vî welatî.