Haydar Şahin
27 Gulan 2017•Rojanekirin: 27 Gulan 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku îsal di êrîşên DYAyê û hêzên koalisyonê yên dijî DEAŞê da li Iraq û Sûriyeyê gelek kes hatin kuştin, hejmara miriyên îsal ji yên salên berê zêdetir e.
Li gor xebera New York Tîmesê ji tebaxa 2016an hetanî adara 2017an di êrîşên ji hewayê yên DYAyê da 3 hezar û 100 sivîl hatin kuştin.
Wezareta Parastina DYAyê dibêje ku di êrîşan da 352 sivîl hatin kuştin lêbelê Aîrwaysa saziya civaka sivîl dibêje ku bi rastî hejmara kuştiyan 30 qat ji vê zêdetir e.
Wek mayîn Aîrways dibêje ku êrîşên ji hewayê yên DYAyê li Iraq û Sûriyeyê bûn sedema mirina 2 hezar û 700 sivîlî jî.
Aîrways dibêje ku ji sala 2015an vir da di êrîşên Rûsyayê yên li ser îsyankaran da ji 2 hezarî zêdetir sivîl hatin kuştin.