Nihat Kavşut
30 Hezîran 2017•Rojanekirin: 01 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Wezareta Karên Derva ya DYAyê diyar kir ku wê bi 1,3 milyar dolarî çek û cebilxaneyê bifiroşin Tayvanê.
Rayedarekî payebilind yê DYAyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Wezareta Karên Derva peymana firotinê qebûl kiriye û wê bi 1,3 milyar dolarî çek Û cebilxaneyê bifiroşin hikûmeta Tayvanê û got di vê mijarê da kongre jî hatiye agahdarkirin.
Hat destnîşankirin DYA girîngiyê dide ewlehiya Tayvanê û wiha hat gotin: "Çekên didin Tayvanê wê li herêmê feydeyê bide aştî û îstiqrarê."
Donald Trump Serokê DYAyê berê bi têlefonê li serokê Tayvanê geriyabû û ev jî di navbera Pekîn û Washingtonê da bûbû pirsgirêk. Tê gotin ji ber vê mijarê jî wê herdu dewlet bên pêşberî hev.