Türkan Tosun
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ANKARA
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê belgefîlmeke bi navê "Bijî" ya ku behsa têkoşîna Misilmanên ji Arakanê dike û rewşa wan a li kampên Bangladeşê nîşan dide, amade kir.
Tîmeke ji 3 kesan pêk tê çû bajarê Cox's Bazara Bangladeşê wêne û dîmenên Misilmanên ji Arakanê yên ku ji komkujiyê xilas bûne û di kampan de dijîn kişand.
Belgefîlma bi navê "Bijî" di destpêkê de behsa zilma li ser Misilmanên ji Arakanê ya ku ji dawiya sedsala 19emîn pê va li ser wan kêm nebûye dest pê kiriye.
Mafên welatîbûnê, perwerdeyê, gerê û gelek mafên din ên bingehîn bi salane ji Misilmanan tê qedexekirin. Belgefîlm behsa îxlalkirina van mafan dike, wêne û dîmenên êrîşên ku ji 25ê tebaxê vir ve dest pê kiribûn jî nîşan dide.
- Têkoşîna di kampan de
Tê gotin ji ber van qedexe, zilm û zordariya ku li ser wan tê kirin ew ji Myanmarê koç dikin û diçin Bangladeşê.
Di belgefîlmê de penaberên ku ji Çemê Nafê derbas dibin, keştiyên ku lê siwar dibin, têkoşîna wan a ji bo jiyanê tê behskirin.
Misilmanekî bi navê Maruf yê ji Arakanê di belgefîlmê de rêyên ku penaber jê derbas dibin û xwe digîhînin Bangladeşê, kampên ku lê dimînin nîşan dide.
Ciwanekî din jî behsa hatina xwe ya Bangladeşê dike û wiha dibêje: "Artêşa Myanmarê mal şewitandin, her tiştê me şewitandin. Em jî hatin Bangladeşê. Yên ku man jî hatin kuştin. Kî derket pêşiya wan hat kuştin û îşkence li wan kirin. Xwîşka min ji zarokên xwe veqetiya, ji ber wê li devê çem benda wan e dibe ku ew bên."
Piştî van dîmenan kampa ku penaber lê dijîn tê nîşandan.
Rewşa Misilmanan, alîkariyên ku ji bo wan tên kirin, konên ku Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ava kiriye û wek "Girê Tirkan" tê binavkirin jî tê nîşandan.
Ji dîmenên herî balkeş belgefîlmê yek jî welidandina jinekê ye ku qîzek tê dinyayê. Doxtorên ku di kampan de dixebitin dibêjin di hefteyekê de 70-80 dergûş tên dinyayê.
- Nexweşxane têrê nake
Di dawiya belgefîlmê de nexweşxaneya ku Misilmanên ji Arakanê lê tedawî dibînin tê nîşandan.
Misilmanên ku li bendêne bên tedawîkirin li ser betonê sar, di nav ava qirêj de bê çare ne.
Yek ji hurgiliyeke belgefîlmê jî ew e ku di nav kesên ji ber îşkenceyê birîndar bûne û li bendêne ku bên tedawîkirin de 47 zarok hene.
Misilmanên ji Arakanê naxwazin vegerin Myanmarê û dibêjin ji bo komkujiyeke mezin ev dafikek e.
Tê gotin heke ev trajedî û êrîş dewam bikin mafyaya mirovan direvîne, ezayên wan difroşe, jin û qîzan difroş e wê van mirovan bikin hedefa xwe.
- Li dijî Misilmanên ji Arakanê paqijiya neteweyî
Tê texmînkirin ku di salên 1970yî da li Arakanê kêmzêde 2 milyon Misilman dijiyan, lê piştî êrîşên sîstematîk ên rêvebiriya Myanmarê û koça mezin hejmar dakete binê 300 hezarî.
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî ji 25ê tebaxê vir da hejmara Mislimanên ji Arakanê yên ku ji ber zilm û qetlîamên li Myanmarê direvin û derbasî Banladeşê dibin ji 700 hezarî zedetir bû. Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bi dîmenên peykê va nîşan dan ku bi sedan gund hatine şewitandin.