27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
ANKARA
Li Cindirêsa bajaroka Efrînê dîmeneke ku hêzên ewlehiyê tê da teqemeniyeke destçêkirî îmha dikin, ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê va hat parvekirin.
Hêzên ewlehiyê piştî ku Efrîn bi temamî kontrol kir, li herêmê xebatên kontrolkirina teqemeniyên destçêkirî û lêgerîna mayînan dike.
Li gor dîmena ku ji hesabê medyaya civakî ya Sererkaniyê hat parvekirin, li bajaroka Cindirêsê teqemeniya destçêkirî ya ku bi mekanîzmayeke pêlêkirinê hatiye çêkirin, bi kontrolî hat îmhakirin.