Önder Beyter
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
TAŞKENT
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Tirkiye li ser wê piştevaniya xwe berdewam e ku îstiqrar, ewlekarî û pêşketina Efxanistanê biedile û wiha got, "Ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye ku Serokê Dewleta Efxanistanê bangî Talîbanê kir ku bêyî şert û merc dest bi hevdîtinan bikin û herwiha em hêvî dikin ku ev bang wê neyê paşguhkirin."
Çavuşoglu di Konferansa Taşkentê ya der heqê Efxanistanê ku mijara wê "Pêvajoya aştiyê, hevkariya di warê ewlekariyê da û hevkariya herêmî" ye da bal kişand ku baweriya wan ji wê yekê heye ku bi xêra pêvajoya lihevhatinê ku hikûmeta Efxanistanê bi rê va dibe ku Efxanistanê aştiya mayînde wê pêk were.
Çavuşoglu wiha dewam kir, "Ji bo me ciyê kêfxweşiyê ye ku Serokê Dewleta Efxanistanê bangî Talîbanê kir ku bêyî şert û merc dest bi hevdîtinan bikin û herwiha em hêvî dikin ku ev bang wê neyê paşguhkirin. Em dixwazin ku hemû grûbên li Efxanistanê, hikûmeta Efxanistanê nas bikin, tundiyê şermezar bikin û bibin perçeyek ji siyaseta meşrû."