Nihat Kavşut
03 Sibat 2018•Rojanekirin: 04 Sibat 2018
EZEZ
Endamên PYD/PKKya rêxistina terorê ji Efrîna herêma Sûriyeyê bi moşekê êrîşî ciyê bazarê ya li Ezeza ser sînorê Tirkiyeyê kirin û di êrîşê da yek jê giran 4 sivîl birîndar bûn.

PYD/PKKyê ji rojhilatê Efrînê 7 moşek avêt ciyê bazarê ya li Ezeza di destê mixalifan da ye û yek jê giran 4 sivîl birîndar bûn.
Cuma Rahhalê berpirsyarê îdarî ya Nexweşxaneya Ehlî ya Ezezê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li gor agahiyên rewşa kesekî giran e.

Rahhal diyar kir birîndarên din tên dermankirin.
PYD/PKK ji ser Efrînê gelek car in êrîşî sivîlên li Ezezê dike. Rêxistina ku li Efrînê bi cî bûye ji bona temamiya herêma Mertalê Feratê û Îdliba herêma kêmkirina aloziyê gef e. Ji rewşa axê navenda Kilîsê û hin herêmên Hatayê dikevin ber êrîşên PYD/PKKyê ku ji Efrînê tên kirin.
Piştî ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê 20ê mehê li dijî hedefên terorê yên li Efrîna herêma Sûriyeyê dest pê kir û bi hevkariya Artêşa Sûriyeya Azad dewam dike êrîşên li ser Ezez, Kilîs û Reyhanliya navçeya Hatayê zêde bûn.
Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad di operasyonê da heta niha 30 herêm zeft kirine.